ANTALYA
Li Alanyayê bûk û zava ji bo balê bikşînin li ser bikaranîna otobêsan, bi otobêsê çûn daweta xwe.
Li Alanyayê zava Fatîh Îlyasoglû û bûk Nûrsen Ayvaci li texsiyê siwar nebûn û bi otobêsê çûn daweta xwe. Kesên ku li navenda navçeyê, bûk û zava li rawestgeha otobêsê dîtin matmayî man. Bûk û zavayê ku li rawestgehê demekê li hêviya otobêsa şaredariyê sekînî bala welatiyan kişand û piştî hatina otobêsê bi otobêsê çûn daweta xwe.
Bûk û zava got ku bi hinceta balkişandina qirêjiya hewayê di daweta xwe de li otobêsê siwar bûn. Fatîh Îlyasoglûyê zava, ji rojnemavanan re got ku ew dixwaze wesayitên wekî otobêsê zêdetir bên bikaranîn.
Îlyasoglû got ku par çûye Swêdê seredana hevalekî xwe û li wir li metroyê siwar bûye û wiha dewam kir: "Ez û hevalê xwe li metroyê siwar bûn. Hewalê min yek nîşanî min da û got 'Tu dizanî ev kî ye?' Pişt re got ew Wezîrê Ragihandinê yê Swêdê ye û bi metroyê diçe kar û tê. Dema ku min sedama wê pirsî got ku ew dixwaze hemû kes metro û otobêsan bi kar bînin û ji bo vê jî bi metroyê diçe kar û tê."
Îlyasoglû got ku di bin bandora vê rasthatinê de maye û wiha dewam kir: "Wesayitên bi motor siruşt û hawirdorê qirêj dikin. Me got em wek bûk û zava heke ku dikarin bi otobêsê biçine daweta xwe, hemû kes jî dikarin bi otobêsan biçin mal û li ser karê xwe."