Li gundê Toslaka navçeya Alanyayê li bostanên cotkaran 12 cure firingî şîn dibin.
Serokê Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya gundên Hacikerimler, Yenîkoy û Toslakê Mustafa Ozen daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku endamên kooperatîfên wan di serayên li ser erdê 4 hezar dekarî de xwarinên bihayên wan zêde diçînin.
Ozen daxuyand ku cotkar herî zêde firîngî, kundir, bacanê reş, xiyar û fasûliyan diçînin û wiha axivî: "Bi taybetî li gundê Toslakê 300 cotkar firîngiyên bi cinsê guşî, kokteyl, cherry, plum, bexçe, rugantîno, bambus, pembe, seyît, stêrk û hêkê diçînin."