Haydar Şahin
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
GAZÎANTEP
Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê tevlî "Fuara Tehmên Herêmî" ya ku li Poznana bajarê Polonyayê hat lidarxistin bû.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat diyarkirin ku peqlawe, fistiqên entabê, nivişta gûzan, komeyên gûzan, ezmeya fistiqan û qehweya kizwanan ên ji tehmên bajêr eleqeya ziyaretvanan kişandin.
Ji Tirkiyeya Gazîentab û Alanya tevlî fuara ku di pêşîkêşiya "Têkiliya Mîrata Mitfaqê ya Ewropayê" ya ku Şaredariya Bajarê Mezin jî endam e da hat lidarxistin bûn. Ji Ewropayê jî ji hin bajarên Romanya, Moldova, Belarûs, Çekya, Swêd, Letonya û Estonyayê tevlî fuarê bûn.
Li fuara ku kêmzêde 50 hezar kesî ziyaret kir ku polonyayiyan tehmên Gazîentabê tehm kirin û li pêşiya standê ketin rêzê.
Wek mayîn ji xêncî fuarê, bi destê Culinary Heritage Europeyê civîna forumê ya salane jî hat kirin. Di çarçoveya gerên organîzasyona Culinary Heritageyê da hewleya kaxiz a Polonyayê, tesîsên hişkkirina mêweyan, fabirqeyên sicux û sosîsan û pêvajoya hilberînê hat danasîn.