ANTALYA
Tirkiyeyê ji bo 8 adara Roja Jinên Dinyayê 30 milyon çîçek îxraç kir. Armanc ew e ku Tirkiye ji vê îxracê 6 milyon dolaran qezenc bike.
Serokê Îxracat û Nebatên Xemlê yê Navenda Anadoluyê Osman Bagdatlioglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji bo 8 adara Roja Jinên Dinyayê ev 20 roj in bênavber dixebitin.
Bagdatlioglu diyar kir ku îxracata çîçekan salên berê ji Rûsya, Ukrayna û Romanyayê re dihat kirin. Bagdatlioglu got çîçekan îsal ji ber bûyer û çalakiyên li Ukraynayê bi tênê difiroşin Rûsya û Romanyayê. Bagdatlioglû got ku ji ber van bûyeran bihayê çîçekan ji sedî 30 ketiye û erzan diçe.
Bagdatlioglu wiha axivî: "Îsal belkî bi dilê me îxrac pêk nehat, lê belê di bazara nav welêt de siyasatmedarên me eleqeyeke mezin nîşanî çîçekan didin. Çimkî çîçek nîşana evîn û aştiyê ye. Ji bo hilbijartina herêmî hemû namzet çîçekan bi kar tînin."