Abdullah Tel
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokatiya Karên Diyanetê ji bo sûriyeyiyan îlmihala Şafiiyan a erebî ya bi navê "El Fiqih" ku ji du cildan pêk tê amade kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda Serokatiya Daîreya Weşanên Dînî ya Zarava û Zimanên Biyanî ya Serokatiya Karên Diyanetê 20 hezar "El Fiqih" a îlmihala Şafiiyan çap kir. Ev îlmihalên erebî wê li penaberên di kampan da dimînin û li welatiyên Sûriyeyê yên hê jî li welatê xwe ne bên belavkirin.
Ev xebat ji bo rê li ber welatiyên Sûriyeyê yên ji hêla DEAŞa rêxistina terorê va hatine xapandin bê girtin û rastiyên dînê xwe hîn bibin hat kirin û alimên ji Sûriyeyê jî di xebatê da cih girtin.
Îlmihala ji hêla alimên Sûriyeyê va hatibû nivîsandin ji hêla Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Bilind ên Dîn va hat kontrolkirin.
- Îlmihal li gor mezhebê Îmam Şafiî hat amadekirin
Bi saya îlmihalê hêvî ew e ku agahiyên çewt ên ji hêla DEAŞê va hatibûn empozekirin, bên sererastkirin, him zarok û him jî mezin agahiyan rast ji çavkaniyên rast hîn bibin.
Miftîtiyên Gazîentab û Kilîsê jî wê îlmihalên hatine çapkirin li herêmê belav bikin.
Pirtûka El Fiqihê ya ji du cildî pêk tê li gor mezheba şafiiyên ku piraniya gelê Sûriyeyê li ser hat amadekirin.