Haydar Şahin
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
ŞIRNAK (AA) - Kudret Tokgozogluya 61 salî ya ku li atolyeya Navenda Jinan a Şaredariya Şirnexê wekî hîndekara pispor dixebite kêmzêde 50 sal bi kêfxweşî meslekê xwe didomîne.
Tokgozogluya ku di 10 saliya xwe da meslekê xwe ji pîrika xwe hîn bû hê jî carcimên jê ra dibêjin "Jîrkî" li dar dixe û dixebite ku nifşên teze jî lidarxistina carciman hîn bibin.
Tokgozogluyê li Navenda Jinan a Şaredariyê hetanî nika dersa lidarxistina carcim û xalîçeyan da 400 xwendekarî. Tokgozoglu bi keda destê xwe 2 kurên xwe yên ku yekê wan di fakulteya tipê da dixwîne yekê wan jî li esker e xwedî dike.
- Malbatê neda xwendin, ji walî alîkarî xwest
Tokgozogluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di banê navenda perwerdeya gel da 25 salan xebitî û teqawid bû ligel vê ji bo zarokên xwe karê xwe hê didomîne.
Tokgozogluyê diyar kir ku di zaroktiya wê da li gundê wan zarên qîzîn nedidan xwendin, zehf diwest bixwîne lêbelê firsend nedît paşê hat Şirnexê û ji bo bixebite serî li walîtiyê xist.
"Çend parçe nexşên carciman di destê min da bûn min got 'Birêz Walî ez karekî wiha dikim' û jê ra qala rewşa xwe kir. Wê çaxê Walî bi Midûrê Navenda Perwerdeya Gel ra axivî û min dest bi wezîfeyê kir."
Tokgozogluyê got ku carcimên wê çêdikirin diyariyê mêvanên Walîtî û Şaredariyê dikirin û di gelek pêşbaziyên li bajêr da bi kesa rêza ewil.
Tokgozogluyê destnîşan kir ku hetanî nika lidarxistina carciman hînî 400 kesî kir, ji bo hunerên herêmî neyên jibîrkirin hewl dide û çîroka her carcimê cuda ye.
Tokgozogluyê got ku li navendê dersa lidarxistina carciman dide 20 xwendekarî û carciman li dar dixe û wiha pê da çû: "Lidarxistina carciman parçeyekê jiyana min e, ez li ber van destgehan mezin bûm. Min bi lidarxistina carciman 2 zarok mezin kirin."
- DI êrîşên terorê da mala wê xirab bû
Tokgozogluyê diyar kir ku di êrîşên terorê da mala wê xirab bû û wiha pê da çû:
"Xanî û destgeha min çûn. Wêneyên min bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra kişandibûn, wêneyên zaroktiya kulfetên min çûn. Serpêhatiyên min çûn. Zirareke mezin li me ket. Em naxwazin carekê dîsa heman tişt were serê me, em domandina hizûrê dixwazin."