Li Cizîra navçeya Şirnexê, teqemeniyên ku PKKya rêxistina terorê li ser rê veşartibûn, dema ku konvoya leşkeriyê derbas dibû hatin teqandin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, terorîstan şev di saet 02.00an de, dema ku konvoya eskeriyê di ser Pireya Cizîrê re derbas dibû, bombeyên ku li vir veşartibûn teqandin.
Gelê herêmê bi dengê teqînê ket nav fikaran; lê kes nemir û birîndar nebû.
Ji ber şideta teqînê, li ser rê çel çêbûn û di du wesayitên li vir sekinandîbûn de xisar çêbû, paceyên avahiyan şikiyan û dîwarên hin avahiyên derdorê jî hilweşiyan.
- "Xwedê xilas kir, hindik mabû zarokên min bimrin"
Şemsî Tadîkê ji niştecihên herêmê got ku dema teqîn çêbû ew digel malbata xwe li malê bûn û bi teqînê re tirsiyan.
Tadîk got ku ew naxwazin kes bimire û wiha dewam kir: "Xwedê xilas kir. Dibû ku di şûna wan her du wesayitên li taxê bûn moloz de, zarokên min bimriyana."
"Bila êdî zarok, însan nemrin. Bila dilê dayika nesoje. Li vir êdî ne siba me sibe ne jî şeva me şev e. Em bi şev nikarin di malên xwe de bi aramî rakevin. Em nizanin ku bi ku derêve herin, canê xwe çawa xilas bikin."