Endamên rêxistina terorê PKKyê li ser rêya Şirnex û Uludereyê bi wesayîta bombebarkirî û çekên lûledirêj ve êrîşî polêsan kirin. Di bûyerê de 2 polês cangorî bûn û 5 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li ser rêya Şirnex û Uludereyê di kîlomêtroya 2yemîn de polêsan lêgerîn dikirin. Di saet 05.30an de êrîş li wan hat kirin û polêsan jî gule barandin.
Di bûyerê de 2 polês cangorî bûn û 5 polês jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Polêsan operasyon dan destpêkirin û di operasyonê de 2 terorîst hatin kuştin.