Önder Beyter
24 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Amûra muzîkê erbane ku bi hezaran sal e li erdnîgariya Mezopotamyayê û Îranê tê emilandin, di kursa ku bi destê Şaredariya Kayapinarê hat vekirin da li ser destê jinan zindî dimîne.
Erbane, alaveke muzîkê ye wiha ye ku di sehneyên gelek fîlman da em rast tên an jî hin komên muzîkê qet ji destê xwe daynanin erdê. Ji ber vê çendê li Diyarbekirê Şaredariya Kayapinarê ji bo ku erbane neyê jibîrkirin û wekî alaveke muzîkê li ser destan jiyana xwe bidomîne, li Navenda Ciwanî û Çandê qurs vekir.
Bi taybetî zarok, qîzên xama û jin eleqeyê nîşanî qursê didin. 25 jinên ku temenê wan di navbera 12 û 50 salî da ne, kar û pîşeyên wan cuda ne û di navê da xwendekar û kebanî jî hene, di bin sîwanekê da hatin cem û perwerdeya erbaneyê distînin.
Ji qursiyeran Cahîde Kaplan (50) a dayîka 4 zarokan ji peyamnêrê AAyê ra got, ji ber ku wê gelekî ji lêdana erbaneyê hez dikir, lewma ew beşdarî qursê bû.
Kaplanê diyar kir ku mêrê wê û zarokên wê piştgirî danê da ku beşdarî qursê bibe û wiha dewam kir:
"Ez berê bi mezinkirina zarokan ra eleqedar dibûm. Lê êdî zarok mezin bûne, derfeta min çêbû ku beşdarî qursê bibim. Li vê derê beşdarên di emrê zarokên me da jî hene. Em bi wan diaxivin, em bûne wekî etê, xatî û xwîşk. Min ji berê da dixwest, niha êdî ez gihîştim mirazê xwe."
Mensûre Seyîtogluya 45 salî jî diyar kir ku erbane bêtir li destê jinan tê û wiha dewam kir, "Bi xêra vê qursê ez fêrî lêdana erbaneyê bûm. Ev 10 sal e ev xwestek di dilê min da bû. Ev salek e ez têm vê qursê. Bi min erbane bêtir li destê jinan tê û lewma jî ez beşdarî qursê bûm. Bi xêra Şaredariya Kayapinarê min xeyala xwe pêk anî."
Seyîtogluyê ji ber keda wan, sipasiya Wekîlê Şaredarê Kayapinarê Qaymeqam Unal Koç, Alîkarê Şaredar Mustafa Kiliç û hîndekarê qursê Sînan Akkuş kir.
Xwendekara pola 7emîn Havîn Gureliya 12 salî diyar kir ku ew bi cureyên cuda yên muzîkê ra eleqedar dibe, lêbelê bala wê bêtir li ser erbaneyê ye û wiha dewam kir, "Ez têm vê derê û tevlî civata vir dibim û bi wî awayî ji stresê dûr disekinim. Gava li erbaneyê didim, ez her tiştî bîr dikim."