30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ÎSTANBUL
Mehmet Karakuşê wek "Çiyager" tê naskirin û ji ber ku rexne li HDPyê kir li Diyarbekirê êrîş li wî hat kirin got ku ew mecbur maye ku terka Diyarbekirê bike.
Çiyager ji nûçegihanê AAyê re got ku wî HDP û rêxistina terorê PKK rexne kiriye û ji ber vê ew aciz bûne û wiha dewam kir: "Tirkiye, Ewropa, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîgiran rûyê wan ê rastîn dît. Tiştên ku min behs kiribûn tiştên di nav HDP, BDP û PKKê de diqewimin. Him canê min çû û him jî malê min çû. Ji hêla huner, çand û siyasî ve min gelek ked da. Çi kete li ser milê min, min kir. Lê dema ku min dît ew zirarê didin gelê xwe, min xeletiyên wan got."
- "Min bi mehan tedawî dît"
Çiyager got ku hunermend divê xitabî kesên cuda û dinyayê bike û wiha axivî: "Hunermendek dibe ku cuda bifikire, lê divê ji civakê re bibe neynik. Ez jî wisa tevgeriyam lê mixabin kesên cahil vê fêm nekirin. Gelê kurd îslamê bawer dike, girêdayî dîn, edet, kevneşopî û toreyên xwe ye. PKK, HDP û hin dewletan hewl dan ku gelê kurd ji nirxên xwe ji dûr bikeve. Dema ku min dît ku ew dixwazin welatê me perçe bikin min hişyarî da. Piştî ku min ev tişt gotin êrîş li min hat kirin û bi mehan min tedawî dît."
- "Ez mecbûr dimînim ku Diyarbekirê terk bikim"
Çiyager got ku hunermendekî mezin ê wek Şivan Perwer jî rastî êrîşên PKKê hatiye û divê dev ji tundiyê bê berdan.
Çiyager anî ziman ku dema ew rastî êrîşê hatiye gelek kesan piştgirî daye wî û wiha dewam kir. "Ez mecbûr mam ku cihê ku ez lê dayik bûme û lê mezin bûme koç bikim. Ev tiştekî pir biêş e. Lê ez mecbûr mam ku Diyarbekirê terk bikim. Hê jî min tehdîd dikin. Dema ez hatim Stenbolê, mala min a li Diyarbekirê hat şêlandin. Ew kes ji min re dibêjin xaîn û wisa li hember min tevdigerin. Ji ber ku ji hêla kesên cahil ve ji nişkêve êrîşek bê kirin ez mecburim ku terka welatê xwe bikim. Ji bo ku ez xwe biparêzim û ji ber ewlehiyê ez koç dikim lê naxwazim navê bajêrê ku ez ê herim bibêjim. Ez ê xatir ji Diyarbekirê bixwazim, lê ez ê xebatên xwe yên hunerî bidomînim."
Çiyager got ku ew beşdarî "Xwarina Meclisa Dostan" ya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li dar xistibû bû û wiha axivî: "Kurd û tirk bi salan e dost in û bi hev re dijîn. Tu mene tune ku van dostan ji hev biqetînin. Gelek navdar jî beşdarî wê civînê bûn. Birêz Serokwezîr Davutoglu jî li wir peyamên yekitî, biratî û hevrebûnê da. Hunermendên dost jî fikrên xwe gotin. Serokwezîrê me ji ber ku ez mexdûr bûm eleqe nîşanî min da."