Çand û huner

Fîlma "Ayla" li Qeterê hat nîşandan

Fîlma "Ayla" ya ku qala serpêhatiyên Binefser Suleyman Dîlbîrlîgî yên di Herba Koreyê da dike li Qeterê hat nîşandan.

Haydar Şahin  | 12.04.2018 - Rojanekırın : 17.04.2018
Fîlma "Ayla" li Qeterê hat nîşandan

Ad Dawhah

DOHA 

Fîlma "Ayla" ya ku qala serpêhatiyên Binefser Suleyman Dîlbîrlîgî yên di Herba Koreyê da dike li Qeterê hat nîşandan.

Fîkret Ozerê Balyozê Dohayê yê Tirkiyeyê, Heung-kyeongê Balyozê Dohayê yê Koreya Başûr û hin dîplomatên biyanî beşdarî galaya fîlmê ya li Dohayê bûn.

Ozer di çalakiyê da axivî û diyar kir ku şer her tim bi êş û jan in lêbelê di hin bûyeran da meriv dikare ku çîrokên xweş jî bibîne û got, "Fîlma Ayla jî êşa jê kêfxweşî derdikeve temsîl dike."

Mehmet Zîngalê Midûrê Giştî yê Qeterê yê Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ya ku sponsoriya fîlmê kir jî got ji ber ku ji vê fîlma li ser hezkirin, aştî û mirovahiyê ra sponsoriyê dikin zehf kêfxweş in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.