Türkan Tosun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Mîrê Qeterê Şex Temîm bîn Hamad Al Sanî li ser telefonê der barê Qeterê û qeyrana navbera hin welatên ereb de axivîn.
Kremlînê wiha daxuyand: "Di axaftinê de Vladîmîr Putîn destnîşan kir ku qeyran divê bi rêyên siyasî û dîplomatîk bê çareserkirin."
Hat gotin ku Putîn û Al Sanî li ser pêwendiyên herdu welatan ên aboriyê, bazirganiyê û veberhênanê axivîn.
- Putîn bi Serokomarê Misrê Sîsî re axivî
Ji bilî vê Putîn bi Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî re jî li ser telefonê axivî.
Hat diyarkirin ku Putîn û Sîsî li ser pêwendiyên herdu welatan, rewşa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr axivîn.