Önder Beyter
14 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
Hejmara geştiyarên ku piştî pêvajoya asayîbûnê hatin Gobeklitepeya ku bi 12 hezar sal raboriya xwe va wekî "ciyê destpêkirina dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye, ji bo sala 2021an hêvî da.
Şûnwarê Dîrokî Gobeklitepe ku hersal gelek geştiyarên xwemalî û biyanî ziyaret dikin, piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan sala 2019an wekî "Sala Gobeklitepeyê" ragihand, sala par adeta serdema xwe ya zêrîn a di turîzmê da li dû xwe hişt.
Sala 2019an 412 hezar û 378 kesî Gobeklitepe ziyaret kir û rekor hat tomarkirin.

Ji ber şewba vîrusa koronayê Gobeklitepe sala 2020an qedera 3 mehan girtî ma, lê di sepana muzeya online a Wezareta Çand û Turîzmê ya di pêvajoya şewbê da bû ew şûnwarê dîrokî ku herî zêde hat ziyaretkirin.
Her wiha Gobeklitepeyê piştî 3 mehan deriyên xwe dîsa ji bo geştiyaran vekir û dest bi ezimandina turîstan kir. Di serdema asabûyînê da rojane 70-80 kes û dawiya hefteyê jî rojane bi qasî 2 hezarî kesî Gobeklitepe ziyaret kir û lewma jî vê yekê kir ku hêvî ji bo serdema turîzmê ya 2021an çêbibe.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgeha Şanliurfayê Aydin Aslan ji peyamnêrê AAyê ra got ku wan dît ku di serdema asayîbûna tedbîrên pandemiyê da turîzm hinekî geş bû.
Aydin diyar kir kur ku turîstên biyanî jî di navê da geştiyar, bajêr û Gobeklitepeyê ziyaret dikin û wiha dewam kir, "Rojane hejmara me ya geştiyaran derdikeve heya 2 hezarî. Lewma jî em hêvîdar in û em wisa dikin ku sala 2021ê dê bibe sala rekorê."
Serokê Odeya Rêberên Geştiyaran a Herêma Şanliurfayê Muslum Çoban jî diyar kir ku pandemiya sala 2020an tesîr li turîzma Gobeklitepeyê jî kir û wiha axivî, "Înşelah şert û merc baş derbas bibin ez wisa difikirim ku em ê sala 2021an rekorê bişkênin."