Serdar Adıyaman
12 Adar 2022•Rojanekirin: 15 Adar 2022
Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a li Xelata navçeya Bidlîsê bi berfê çîl û sipî bû.
Hezkirê wênekêşiyê yên hatin goristana li ser 120 dolim erdî wêneyên kêlikan, nivîsên li ser kêlikan, neqşên li ser keviran yên bi berf kişandin.

Ozkan Olcayê wênekêşê tebîetê diyar kir ku adar bûye wekî zivistanê û wiha pê da çû: "Li Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a dîrokî berf heliyabû û erd reş bibû. Lêbelê di berfa adarê va dîsa çîl û sipî bû. Dîmenên xweşik derketin holê. Berfa li ser kumbet û kêlikan gelekî kaw xanê dike. Em jî di vê heyamê da wêneyên herêma di nav berfê da dikişînin û dixin nav arşîva xwe."