Li gor îstatîstikan di sala 2008an de li Tirkiyeyê hejmara weşanan bi giştî 32 hezar û 339 bû, lê ev hejmar par ji sedî 46 zêde bû û derkete 47 hezar û 352an. Di sala 2013an de 43 hezar û 86 weşanên bi zimanê tirkî, 2 hezar û 615 îngilizî, 473 erebî berhem hatin weşandin. Ji bilî van pişt re zimanên kurdî, fransî, almanî, rûsî, îspanyolî, û îtalî hatin rêzkirin.
Li Tirkiyeyê dı 6 salên dawîn de weşanên ku hejmara wan herî zêde bû zimanê fransî û kurdî ye. Di 2008an de hejmara berhemên fransî hatine weşandin 47 bû lê, ev hejmar 5,7 qati zêde bû û gihîşte 247an. Di heman salan de weşanên bi zimanê kurdî gelekî zêde bûn. 6 sal berê hejmara weşanên kurdî 101 bû, lê ev hejmar 4 qat zêde bû û di sala 2013an de gihîşte 413an.
Li gor mijaran di nav berhemên kurdî de herî zêde di kategoriya "wêjeya mezinan" de berhem hatin weşandin. Di sala 2008an de hejmara berhemên edebî yên kurdî 58 heb bû, lê ev hejmar par gihîşte 196an. Dîsa di sala 2013an de di kategoriya "çanda mezinan" de 105 berhem hatin weşandin û bi vî awayî di rêza duyem de cih girt. Di kategoriya "zarok û ciwani"yê de 44 weşan, di kategoriya "perwerde"yê de 26 weşan, di kategoriya "akademîk" de 23 weşan, di kategoriya "bawerî"yê de jî 19 berhem hatin weşandin.
Li Tirkiyeyê di sala 2008an û 2013an de li gor zimanan hejmara weşanan wiha ye:
Di Sala 2008an de Zimanê weşanê;
Tirkî: 29.911, îngilizî: 1.632, erebî: 192, kurdî: 101, fransî: 48, almanî: 105, rûsî: 45, îspanyolî: 36, îtalyanî:17, yên din: 95, yên nayên zanîn: yên nayên zanîn: 157
Di sala 2013an de Zimanê weşanê;
Tirkî: 43.086, îngilizî: 2.615, erebî: 473, kurdî: 413, fransî: 274, almanî: 166, rûsî: 100, îspanyolî: 36, îtalyanî: 21, yên din: 113, yên nayên zanîn: -