HEKARÎ
Mala Jiyanê ya Jinan a Nûjînê di bin banê şaredariyê de rojên sînemayê dan destpêkirin. Rojên sînemayê hê jî berdewam dikin.
Di çarçoveya rojên sînemayê de fîlma "Jina Hikûmet 2" bi jinan dan temaşekirin.
Rayedarên Mala Jiyanê ya Jinan a Nûjînê diyar kirin ku bi germbûna hewayê çalakiyên xwe yên çandî û civakî yên ji bo jinan zêde kirin.
Rayedaran diyar kirin ku jin di çarçoveya çalakiyan de fîlm temaşe dikin, beşdarî semînerên tenduristiyê û çalakiyên curbicur dibin û wextê xwe xweştir derbas dikin. Rayedaran destnîşan kirin ku plan dikin mehê carekî fîlmek bidin temaşekirin û semînerekê li dar bixin.