Mesut Varol
13 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2023
Ji 92 pişîkên li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîka Wanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) ne wê gonawêliya 45-50 heban bê kirin.

Pişîkên Wanê yên ku bi xerîbdostiya xwe, mûyê xwe yê spî û çavên xwe yên rengcuda va ji nirxên sereke yên bajêr in, di bin sîwana YYUyê da tên parastin û xwedîkirin.
Di nav pisîkên li navendê bi taybetî tên parastin da yên heyama wan a gorawêliyê ye, hatin cihêkirin.

Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku sala 2022an ji bo zêdebûna pişîkên Wanê saleke bi bereket bû.

Kaya got ku ji bo zêdebûna jimara Pişîkên Wanê li navendê hemû amadehî temam in û heyama gonawêliyê ya Pişîkên Wanê dest pê kir.
Bo gonawêliyê ji 92 pişîkan 45-50 pişîk hatine cihêkirin.