Muhammet Kurşun
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2021
Pişîkên Îranê yên ji gelek hêlan va ji pişîkên Wanê cudatir in li Îranê di gelek malan da tên xwedîkirin.
Rûyê pişîkên Îranê li gor pişîkên Wanê gulover e, devê wan biçûk e, guhên wan kin in, purta wan dirêj e û çavên wan jî qehweyî û zer e.
Ji hêla xuy û xisetan va jî pişîkên Îranê li gor yên Wanê xwînsar û aram in. Lê pişîkên Wanê xwîngerm û jîr in, rengê herdu çavên wan jî ji hev cudatir in.
Welatê pişîkên Îranê bajarên Yezd, Kirman û Kaşan, ya pişîkên Wanê jî herêma Gola Wanê ye. Herdu cins jî li cihanê navdar in, ji taybetmendiyên xwe yên cuda va ji hev xweşiktir in.
Giraniya pişîkên Îranê di navbera 3 û 5 kîloyan da ye, bejna wan di navbera 24 û 38 santêman da ye, ew qasî 12-17 salan dijîn û di carekê da dikarin 11 têjikan binîn.
Qasî ku tê zanîn gerokê Îtalyan Pîetro Della di salên 1620î da pişîkeke Îranê ji ser Enqereyê biriye Îtalyayê ku ev pişîk zêdetir Tehranê hene.
Elî Riza Secadiyê li Tehranê navendeke wî ya beyteriyê heye daxuyand ku cisnekî pişîkan yê wek "Pişîka Parsîan" tê zanîn di demên dawîn da zêde tê firotin.
Secadî jî pişîkên Îranê û yên Wanê berawird kir û got pişîkên Îranê hezkirina xwe zêde nîşan nadin, razan û rehetiyê pir hez dikin, lê pişîkên Wanê xwîngerm in û bihêz in.
Der barê nexweşiyên pişîkan da jî Secadî wiha agahî da: "Di pişîkên Îranê da nexweşiyên bêhnstendinê û yên wek vê çêdibin, lê yên Wanê ji ber erdnîgariya ku dijîn saxlem in û zêde nexweş nakevin."
Secadî anî ziman pişîkên Misrê "Sfenks" yên purta wan kin e, yên Îskoçyayê û yên Îngilizan "British Shorthair" jî eleqeyê dibînin lê cihê pişîkên Îranê cuda ye.