Haydar Şahin
26 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Burcu Utkaner Kavala mamosteya Zanist û Teknolojiyê "Spak"ê pişîkê xwe yê ku di "Pêşbaziya Bedewbûnê ya Pîşêkên Wanê" da kete rêza ewil li mala xwe bi teybetî xwedî dike.
Kavala ku 2 sal berê li Îpekyoliya navçeya Wanê heywanên kuçelanî dît û li ser vê biryar da ku pişîkêkî xwedî bike ji Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Pîşîkên Wanê ya Zanîngeha Yuzuncî Yilê pişîkek sitand û nav wî jî danî "Spak". Kavala "Spak" ji xwe naqetîne.

Kavala ku her roj pişîkê xwe şe dike, xwarina wî dide qet wî ji xwe dûr nagre û bi tenê nahêle.
Kavalê pişîkê xxwe tevlî "Pêşbaziya Bedewbûnê ya Pîşêkên Wanê" ya li bajêr tê lidarxistin kir û Spak kete rêza ewil.
- Bê kêmasî xwedî dikin
Kavalê got heywan hewcedarê xwedîkirin û hezkirinê ne, dema zarok bi heywanan a mezin bibin ev jî ji bo wan baş e û wiha pê da çû: "Pişîkên Wan eleqeyê dixwazin. Hin caran em bi hev raradizên. Neynikên wî jê dikim, purta wî şe dikim û serê wî dişom. Xêncî vê bi pergal dibin beytar kontrola wî didim kirin. Lewra tenduristiya wî ji bo me girîng e."
Kavalê destnîşan kir ku 2 sal bi hev ra dijîn û wiha pê da çû: "Wekî şexsê 3yan ê mala me ye. Em miemeleya zrokan lê dikin, dawiyê hefteyê dibin danûstandinê, dibin tetîlê. Hetanî ji destê me tê em wî bi tenê nahêlin."