Ekrem Payan
15 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2025
Abît Sîdarê 47 salî yê ku li Sîlopiya navçeya Şirnexê dijî, hubba xwe ya ji bo siruşt û heywanan dineqişîne ser tuwalê.
Sîdar di 2011an da ji Beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê mezûn bû û li Mêrsînê ji bo demekê bi karê turîzmê mijbûl bû û her wiha 5 sal berê jî vegeriya memleketê xwe.
Sîdarê ku li navçeya Sîlopiyê dijî, ji alavên cuda yên wekî kevir, ax, pel û şaxên daran dest bi çêkirina berhemên bi fîgurên heywan û siruştê kir.
Sîdarê ku heta niha 38 resmên teşepêdayî çêkirine, 5 meh berê li Sîlopiyê li Kuçeya Hunerê pêşangeha xwe ya wêneyan a ewil vekir. Vê mehê jî li bajarokê xwe Balverenê li Mala Zanyariyê berhemên xwe di pêşangeha têkel da dan nîşan.
Resam Abît Sîdar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku çand û siruşta herêmê pir dewlemend e û divê ev bi rêya hunerê bê nîşandan.
Sîdar bal kişand ku dema ew li Mêrsînê di karê turîzmê da dixebitî, wî ji kevirên behrê berhemên cuda yên wekî eynik û saet çêkirin.
Sîdar bal kişand, piştî ku ew vegeriya memleketê xwe jî wî biryar da ku li ser tuwalê resmên teşepêdayî çêke û wiha dewam kir:
"Bi tevahî min 38 berhem çêkirin û piraniya wan jî min firotin. Min piraniya van bi rêya medyaya civakî firot welatiyên li Îngiltere, Fransa û Amerîkayê. Welatiyên me yên li dervayî welêt dijîn, eleqeyê jê ra nîşan didin."