SILÊMANIYE
Hunermenda navdar Rojînê li bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo erdhejzedeyên Wanê konser da.
Konser ji aliyê Komeleya Jinan a Wanê ve bi mebesta "Wan a min e, ez Wan im" hat li dar xistin. Di vê çarçoveyê de hunermenda navdar Rojînê jî konser da û hemû dahatiya konserê jî dê ji erdhejzedeyên Wanê re biçe. Rojînê di konserê de sitranên kurdî, tirkî û azarîkî gotin û 3 saet bi performansa xwe ya zindî ve li ser dikê ma.
Rojînê li ser dikê bangî karsaz û xêrxwazan kir û destnîşan kir ku dê ji bo erdhejzede û penaberên sûriyeyî konseran bide û wiha got:
"Werin û em ji bo bira û xwîşkên xwe yên ku ji Rojavayê tên derkevin tûrneyê. Him bila dilê wan xweş bibe û him jî bila bibe alîkarî."