SILÊMANIYE
Hunermend Rojîn ji bo erdhejzedeyên Wanê dê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li bajarê Silêmaniyeyê konserekî bide.
Rojînê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew û Komeleya Jinên Wanê bi hev re, dê li ser navê 'Wan a min e, Ez wan im' di 7ê sîbatê de konserekê li dar bixin. Pereyên ku ji konserê bên qezenckirin jî, dê ji bo malbatên erdhejzedeyan bê xerckirin.
Rojînê diyar kir ku gelek karsazên Silêmaniyeyê piştgirî dan wê, ku ew konserê bide û wiha axivî:
"Mirovên vir, bi rastî jî dixwazin ku alîkariyê bikin. Ji me re hîn jî wiha dibêjin: 'Dema ku em di sala 1991an de hatibûn Tirkiyeyê, birayên me yên wir betaniyên xwe, quşxaneya xwe dabûn me. Em jî dixwazin ku wisa alîkariya wan bikin.' Ew bi vê hêstê tevdigerin. Ev kampanya, bi saya karsazên vir xurt bû."