VAN
Hunermend Rojîn ji bo erdhejzedeyên Vanê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li bajarê Silêmaniyeyê konserek dabû. Bi dahata konserê Rojîn û digel alîkariya ku komeke Awistralyayî ji bo erdhejzedeyan kom kiribû 2 xanî hatin sitendin. Îro mifteya xaniyan bi bernameyeke ku Rojîn jî beşdar bû radestî malbatan kirin.
Bi pereyên ku ji konserê hat qezenckirin ji bo 2 malbatên erdhejzedeyan xanî hat stendin. Rojînê ji bo mifteya xaniyan teslîmî malbatan bike hat Vanê.
Rojîn digel Komeleya Jinên Vanê (VAKAD), nûnerên Mazlûm-Dera Şaxa Vanê û ji Awistralyayê Mansûr Pilatîn çû kombajara ku lê malbatên erdhejzede dijîn. Rojînê, li vir berî ku mifteyên xaniyan radestî malbatan bike, daxuyaniya çapemeniyê ya der barê kampanyayê de amade kiribû xwend.
Rojînê bi bîr xist ku di çarçoveya kampanyaya ku bi VAKADê re dabûn dest pê kirin ya bi navê "Van a min e, Ez Van im" de û got ku wê di 7ê sîbatê de li Silêmaniyeyê konserekî da û bi pereyên ku ji konserê qezenc kir ji malbateke erdhejzedeyî re xaniyek sitend. Rojînê got ku daxwaza wê ew e ku hemû hunermend piştgiriyê bidin vê kampanyayê û wiha dewam kir:
"Ya ku em dikin û dê bikin ev e: Em ê bi hev re sitranan bibêjin û ji bo kesên ku nanê wan tune nan peyda bikin û yên ku ji ber sermayê diricifin agirek vêxin. Em ê bi hev re sitranan bêjin û bi kesên ku ji bo xizmên xwe yên di erdhejê de mirin digrîn bigrîn û bi hev re wan bi bîrbînin. Em bangî hemû kesan dikin da ku piştgiriyê bidin kampanyaya me."
Piştî daxuyaniyê Rojînê mifteyek teslîmî Gulbahar Sûbaka jinebî ya xwediyê 2 zarokan û ya din jî teslîmî Abdurrahman Altintaşê tevî jina xwe û 7 zarokên xwe li bajarê konteyrerê dijî kir.