18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
ANKARA
Endamên juriya îsal a "Istanbul Photo Awards 2015" pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan a ku dê bi destê Anadolu Agencyê cara duyemîn were lidarxistin, diyar bûn.
Hin kesên din ên ku di qada xwe da serkeftî ne li lijneya sala borî ya "Istanbul Photo Awards"ê hatin zêdekirin. Par di juriyê da rêveberê Getty Imagesê Georges De Keerle, Dîrektorê Navenda Wêneyan a Şanghayê û xwediyê xelata Pulitzerê Liu Hung Shing, Dîrektorê Belavkirina Wêneyan a AFPyê Michel Scotto, xwediyê xelata World Press Photoyê Guillaume Herbault, Gerînendeyê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyan a AAyê Firat Yurdakul cî girtibûn.
Muxabîrê wêneyan Laurent Van der Stockt ê ku li tevahiya dinyayê navdar e û ev 25 sal in hema hema hemû şer û cengên li dinyayê di cî da şopandiye, Edîtorê Wêneyan ê Newsweekê James Wellford ê ku ji aliyê Yekîtiya Wênekêşên Çapemeniya Neteweyî ya DYAyê va wekî "Edîtorê Salê yê Wêneyan" hat hilbijartin, Dîrektorê Wêneyan ê rojnameya Le Mondeê Nicolas Jimenez, xwediyê xelata Pulitzerê Daniel Berehulak ê ku xwediyê xelata "Wêneya Salê ya Istanbul Photo Awards 2014"ê ye jî dê di nava endamên juriya "Istanbul Photo Awards 2015"ê da cî bigirin.
Endamên juriyê dê di meha adarê da li Stenbolê bicivin û dê wêneyên herî baş ê nûçe û sporê yên 2015an hilbijêrin.
Muxabîrên wêneyan ên profesyonel dikarin ji ser "http://istanbulphotoawards.com"ê va dê heya 31ê Rêbendana 2016an bikaribin serî li pêşbaziya ku dê bi tevahî 58 hezar dolar xelat were belavkirin, bidin.
- Albuma wêneyan a "Istanbul Photo Awards 2014"ê hat çapkirin
Anadolu Agencyê albuma wêneyan a "Istanbul Photo Awards 2014"ê ya ku juriyên profesyonel ên xwedan prestîj kifş kiribûn û ji wêneyên ku bi ser ketibûn û ji fînalê ra mabûn pêk tê jî çap kir.