Anadolu Agency (AA) pêşbaziya wêneyan a navneteweyî ya bi navê "Istanbul Photo Awards"ê li dar dixe. Di juriya pêşbirkê de kesên di dinyayê de qada wêneyan de navdar in hene.
Edîtorên wêneyan ên rojname û kovaran, nûçegihanên wêneyan yên xelatgirtî, kesên navdar ên di çapemeniyê de dixebitin juritiyê dikin.
Kesên ku di nav juriyê de ne û di dinyayê de tên nasîn hinek ev in;
Edîtora wêneyan ê kovara Timê Alîce Gabrîner, edîtorê wêneyan ê kovara Sternê Harald Menk, ji dîrektorên Getty Imagesê Georges Dekeerle û dîrektorê belavkirina wêneyên AFPyê Mîcheal Scotto.
Ji bilî van nûçegihanên wêneyan ên bixelat yên Worl Pressê Yurî Kozîrev, Guîllaume Herbaut, Patrîck Chauvel, Derhênerê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê Anadolu Agencyê Ahmet Sel, Edîtorê Beşa Wêneyan ên Anadolu Agencyê Firat Çağlayan Yurdakul jî hene.