14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
BATMAN
Li mezra Gurgenlî Toplucaya navçeya Sasonê Sersala Rûmî hat pîrozkirin.
Rêvebirên Memûr-Sen û Arap-Dera Sasonê jî beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê da kifteya "şimşimoka" kevnare hat çêkirin.
Di çarçoveya kevneşopa "Dollîne"yê da jî zarok, ciwan û mezinan cil û berg li xwe kirin û mal ma geriyan, şekleme û diyarî berhev kirin.
Serokê Arap-Dera Sasonê di çalakiyê da axivî û wiha got:
"Her sal di nav erebên Sasonê da wek kevneşopiyê dollîne û sersal tê pîrozkirin. Li vê derê kifteya bi navê şimşimokê tê çêkirin. Sê tiştan dikin nav kifteyan, meraq dikin ku ev ji kê ra derdikeve. Paşê malo malo digerin. Êvarê çalakiyên curbecur tên kirin. Bi şev heta dereng muhabbet tên kirin, bi erebî û kurdî stran tên gotin."