SİVAS
Yonal daxuyanî da nuçevanê AAyê û got ku min 55 sal ewil, di 16 saliya xwe de dest bi kar kiriye û di rojnameya Yurtê ya ku li Sîvasê hatiye weşandin de wek nûçevanê ewlehî û werzîşê xebitîme.
Yucel Yonal ragihand ku wî 16 sal Aşik Weysel şopandiye. Beriya mirina wî jî ew bûye yekem rojnamevan ku wêneyê wî kişandiye û hevpeyvînek çêkiriye.
Yonal diyar kir ku wî gelek wêneyên Aşik Weysel kişandine û bi van wêneyan pêşangehek amade kiriye. Dîsa du pirtûkên wî bi navê "Uzun İnce Bir Yolda Aşık Veysel'', ''Basın Dünyasında Bir Ömür, Merkepten Helikoptere'' hene.
Yonal ragihand ku rojnamevanî ji bo wî evînek e û wiha pê de çû: "Dema teknolojî tunebû şandina nûçeyan zehmet bû. Ji ber ku hatin û çûyîn ne baş bû te nikaribû tu nûçe an jî wêneyekî girîng bigihanda ajansê. Niha teknolojî û derfet zêde ne û mirov dikare di nav deqeyekê de bişîne. Cihên ku niha mirov bi helîkopteran digihêjê, ez bi ker, hesp û motorsîkletê digihiştim. Ez bi vî jî şanaz im ji ber ku min ji karê xwe hez dikir."
Yonal diyar kir ku wî ji ber wêne û nûçeyên xwe gelek caran xelat girtine û hîn jî wan diparêze û vedişêre.