VAN
Li navçeya Ercişê ya Wanê esnafek keviran, şaxên daran û pûrta heywanan ji xwezayê berhev dike û bi wan tablo çêdike. Pereyên ku ji firotina wan dikeve destê wî jî dide xêratxaneyan.
Samî Demîr li navçeyê karê firotina perçeyên wesayîtan ên yêdek dike. Demîr diyar kir ku 9 sal ewil tiştên bi kêr nayên ve dest bi çêkirina tabloyan kiriye. Demîr dema di rê de dimeşe tiştan berhev dike û piştre dibe atolyeya xwe li ser wan dixebite û ji wan tabloyên xweşik çêdike.
Samî Demîr ji bo ku bi baskên heywanan, keviran û şaxên daran, tabloyên xweşik çêke bi rojan li atolyeya xwe dixebite.
Samî Demîr daxuyanî da nuçevanê AAyê û wiha got: "Dema ez li dora Gola Wanê digeriyam, dar, kevir û tiştên din yên ku min didîtin, ji bo min dibûn sedema îlhamê. Min van tiştan li ser texteyan dinexişand û tablo çêdikirin. Ez piştî kar, her tim bi vî karî re mijûl bûm. Ez bi kêf vî karî dikim. Ji bo ku ez alîkariya kesên hewce bikim, pereyên van tabloyan didim xêratxaneyan."