MARDÎN
Kolan û sûkên dîrokî yên Mardînê dê bi rapêşiyên hunermendên sîrkan ya di bin çarçoveya Mîhrîcana Sîrkên Civakî ya Navneteweyî ya ÎMê dê rengîn bibin.
Mîhrîcan bi piştgiriya Wezareta YEyê, Walîtiya Mardînê, Balyozxaneya Adanayê ya DYAyê û Komeleya Sînemayê ya Mardînê ji hêla Komeleya Li Her Derê Huner ve tê lidarxistin.
Koordînatorê mîhrîcanê Pinar Demîralê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya mîhrîcana di navbera 20 û 30ê îlonê de, dê li kolanên otantîk yên Mardînê rapêşiyan li dar bixin.
Demîral destnîşan kir ku dê sîrka civakî ji bo zarok û cîwanên xeteriyê de ne, yên herêmên bidezavantaj bibe amûreke pedogojîk û got ku ev sepan her çiqasî li Tirkiyeyê zêde belav nebibe jî li Ewropa û bi taybetî li Amerîkayê gelekî belav e. Me di sala 2011an de dest bi xebatên mîhrîcanê kir, di sala 2012an de çêkir. Mîhrîcana me niha jî bû wek mîhrîcaneke navneteweyî.
Mîhrîcan dê zarokan bîne bal hev
Demîral got ji ber ku dê mîhrîcan li kolan û sûkên dîrokî bê lidarxistin, dê nejibîr be û dixwazin ku bi çalakiyan cîwan û zarokan bînin bal hev. Kesên ku ji derveyî welêt tên jî Mêrdînê gelekî diecibînin. Dê bi saya mîhrîcanê fikrên cuda bên bal hev û rapêşiyên li kolanên teng jî dê kûrahiya rihê Mêrdînê derxîne holê.
Demîral got, ez hêvî dikin ku çalakî domdirêj bin û bi vî awayî em arîkariya geşedana zarokan bikin.
Dê zarokên Sûriyê jî beşdarî çalakiyan bibin
Demîral ragihand ku hunermendên biyanî taybetî ji ber aloziyên li Sûriyê, dixwazin bên herêmê û got ku xwestin ku zarokên sûriyeyî beşdarî çalakiyan bikin û bi vî awayî piştgiriyê bidin jiyana wan a civakî. Dê ji Komara Çek, Fînlandiya, Ermenistan, Ukrayna, Arnawutluk, Bulxaristan, Îtalya, Almanya û Amerîkayê 70 hunermend beşdarî mîhrîcanê bibin.
Endamê "Komelaya Li Her Derê Huner" Aleksendra Mîcîakê polonyayî got ji bo ku piştgiriyê bide hevalên xwe yên ku amadehiya mîhrîcanê dikin, hat Mardînê.
Mîcîak diyar kir hêvî dikin ku mîhrîcan bala mardîniyan bikşîne û got ku ew jî ji bo mîhrîcanê bi dilxwazî hat û ji bo hunermendên ku beşdarî mîhrîcanê bûne jî, li cihekî wiha de lidarxistina mîhrîcanê dê gelek bi bandor be. Mîcîak got ku aliyê herî girîng yê mîhrîcanê aliyê civakî ye, ez hêvîdar im ku mîhîrcan berfirehtir be û em xwe bigihînin bêtir mirovan.