Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê kuçeyên dîrokî tên nûkirin.
Şaredariya Mezin a Mêrdînê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va hatiye wezîfedarkirin li cihên dîrokî xebatên nûkirinê didomîne.
Li kuçeyên Kermozade, Kultur û Kulurê xebatên nûkirin û saxlemkirinê qediyan.
Li hêla Şêx Çabuk, Mizgefta Mezin û Bazara Hasan Ammarê xebatan dest pê kir.
Mustafa Yamanê Cigirserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê got ew ji bo parastina hebûnên çandî û nûkirina wan xebatan dikin û wiha axivî: "Li Mêrdîna Kevn di nav demeke kin de kuçeyeke ku me dest nedayê wê nemîne. Em dixwazin bajarê me Mêrdînê ya ku wek çîrokekê ye û bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne biparêzin. Em avahiyên nû jî wek yên berê çêdikin. Rewşa nû wê li gor dîroka Mêrdînê be. Înşallah emê vê pêk bînin."
Esnaf Hayrettin Demir jî got piştî xebatan kuçe û bazarên dîrokî wê zindî bibe û spasiya kesên keda wan di van xebatan de heye kir.