İbrahim Atmaca
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
MUŞ
Li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê koçer ji bo heywanên xwe di nav salê da cih diguherînin û ji ber ku di mehên havînê da hênik e, ava wê sar e, bilind e û lê çêreya wan baş e, berê xwe didin zozanên Mûşê.
Koçer derbiharê ji Kurtalana navçeya Sêrtê bi keriyên xwe yên pez va berê xwe didin zozanên Mûşê û heta payîzê lê dimînin. Jiyana zehmet û rengîn a koçeran balê dikşîne.
Koçer di konên xwe da dimînin û rojê du danan pezê xwe didoşin û bi şîrê pez penêr çêdikin, difroşin û pê debara xwe dikin. Jinên koçeran jî ji serê sibê pê va dest bi xebatê dikin, digel karê malê him zarokên xwe xwedî dikin him jî alîkariya mêrên xwe dikin.
- "Zozanên Mûşê ji bo koçeran navenda cazîbeyê ye"
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê ji ber ku hewa zûtir germ dibe, çêreyê çolê jî zû hişk dibe.
Aydin diyar kir ku li Mûşê rêjeya baranê ya salane baş e û wiha dewam kir:
"Li Başûrê Rojhilat dema ku çêre hişk dibe û xelas dibe, li vê derê çêre nû hêşîn dibe. Li Mûşê ji meha nîsanê pê va pez berdidin çêre û heta dawiya cotmehê pez diçêre. Demeke pir dirêj e. Ji ber ku zozanên me mezin in, û raqima wan jî bilind e, hewa wan paqij in. Li bajarê me sanayî tuneye, ji ber vê jî ev der ji bo heywandariyê tên tercîhkirin. Ji aliyê heywandariyê va ev sedem hemû vê derê ji bo koçeran dike navenda cazîbeyê."
- "Koçertî zehmet e, lê ji ber ku em hîn bûne kêfa me pê ra tê"
Engîn Koçê ku heywanên xwe seba çêrandinê ji Kurtalana navçeya Sêrtê biriye zozanê Mûşê jî got ku ew 30 sal e heywandariyê dike.
Koç diyar kir ku ew berên heywanan difroşin û wisa pê debara malbatên xwe dikin û wiha dewam kir: "20 sal e em tên zozanê Mûşê. Em ê nêzî 6 mehan li vê derê bimînin. Paşê em ê cardin vegerin Sêrtê. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Karekî me yê din tuneye. Ji ber ku hewa wê xweş e, ava wê baş e û merivên wê baş in, em Mûşê dineqînin. Zehmet be jî em ji vê jiyanê hez dikin."
Hamîde Karabuluta ku ji Kurtalana navçeya Sêrtê çûye Mûşê jî li ser zehmetiyan sekinî û wiha got: "50 sal e em koçertiyê dikin. Koçertî zehmet e, lê ji ber ku em hîn bûne, kêfa me pê ra tê."
Cemal Karabulut jî got ku ew zozanên Mûşê diecibîbin û ji ber hewa wê ya hênik wan zozanên Mûşê tercîh kir, ew ê di mehên zivistanê da vegerin gundê xwe.
Koçer Zeynep Tokayê jî qala jiyana rojane kir û wiha got, "Ez serê sibê radibim, taştê amade dikim. Em diçin bêrîvantiyê. Piştî ku em pez didoşin û vedigerin, ez firavînê amade dikim. 20 sal e em koçer in. 15 sal e em tên zozanê Mûşê."