Orhan Pehlül
18 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2024
Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê hucregoreke ji serdema Romayê hat dîtin.
Rêveberê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da behsa wê yekê kir ku li ser îxbarê li gundê Yukari Nasirliyê geriyan û berhemên ji serdema Romayê hatin dîtin.
Alkan wiha axivî:
"Di dawiya lêkolînê da me qada nişîngehiyê, hucregorek û rêlyefeke jinan tesbît kir. Rêlyefa jinê bi qasî 1,5 metro bilind e û dîroka wê vediger beriya 1700 salî. Li beşên rojhilat û rojavayê wê me qada nişîngehiyê tesbît kir. Emê bi mebesta tescîlkirinê qadê pêşkêşî Rêveberiya Lijneya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Şanliurfayê bikin."
Ji gundiyan Erdal Yilmaz jî anî ziman ku ew hucregor û rêlyefa jinê ji mêj va li cihê xwe ye û wan ev rewş bi rayedarên rêveberiya muzeyê va ragihand.