Abdullah Tel
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ADIYAMAN
Di çarçoveya "Mihrîcana Çîga Adiyamanê" da li serê Çiyayê Nemrûdê ya ku di nav Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire û berhema herî xweşik a 8emîn a dinyayê tê hesibandin da çîg hat strandin.
Mihrîcana Çîga Adiyamanê ya ku îsal cara ewil li bajêr hat kirin dewam dike. Di vê çarçoveyê da endamên ÇÎGDERê derketin serê Çiyayê Nemrûdê û li lûtkeya çiyê çîg strandin. Çîga ku hat çêkirin îkramî endamên çapemeniyê yên ji Enqere û Stenbolê bo şopandina mihrîcanê çûbûn bajêr û tûrîstên li wê derê bûn, hat kirin.
Welatiyên li serê Çiyayê Nemrûdê ku cara ewile bi rewşeke wiha ra rû bi rû man têlefonên xwe derxistin, dema strandin û îkramkirina çîg a li ser navê Adiyamanê hatiye tescîlkirin, qeyd kirin û li tehmê jî nihêrtin.
Serokê Lijneya Rêveberinê ya ÇÎGDERê Saît Aybak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di bazara çîkê da ji hezarî zêdetir sazî kar dikin.
Aybak ragihand ku li seranserê Tirkiyeyê bi qasî 30 hezar cihên lê çîg tên firotin hene û nêzî 100 hezar kes bi xêra vê sektorê debara mala xwe dike û wiha pê da çû: "Dahata ji çîgfiroşiyê tê ji milyarek lireyî zêdetir e û rojê bi qasî 100 ton çîk tê çêkirin. Ji sedî 85ê bazarê di destê Adiyamaniyan da ye û ji ber vê jî tiştekî pir normal e ku çîg li ser navê Adiyamanê hatiye tescîlkirin."
- Ji bo endamên çapemeniyê gera çandê
Endamên çapemeniya neteweyî yên ku ji bo şopandina mihrîcanê li bajêr bûn jî bi rêberiya Midûrê Çand û Tûrîzma Bajêr Mustafa Ekîncî va li cihên dîrokî û tûrîstîk ên bajêr geriyan.
Rojnamegerên li bajêr ewilî çûn Bajarê Antîk ê Perreyê ya ku Beriya Zayînê di sala 69an da hatiye damezrandin û ji 5 bajarên mezin ên Qraltiya Kommageneyê ya Antîk (Civaka Genan) yek bû ye.
Koma rojnamegeran bi rêberiya Ekîncî va ji wir derbasî Pireya Cendereyê bûn û paşê jî çûn Çemê Kehtayê.
Ekîncî destnîşan kir ku di nav 9 mehan da 92 hezar tûrîst hatin serdana Çiyayê Nemrûdê û tê payîn ku ev reqam ji sed hezarî derbas bibe.