Türkan Tosun
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 09 Tebax 2019
Li Gundê Yeşîlyurta li ser Altunhîsara navçeya Nîgdeyê peykerên du qertelan ên ji mermer hatine çêkirin û nêzîkî 2 hezar salî ne li Girê Kinikê hatin dîtin.
Arkeologên Îtalyanî, Tirk, Amerîkî û Frensî li Girê Kinikê xebatên arkeolojiyê didomînin.
Par perestgeheke 2 hezar û 100 salî ya ji heyama Helenîstîkê hatibû dîtin. Niha jî li meydana ber vê perestgehê peykerên du qertelan ên ji mermer hatine çêkirin û 70 santîmêtro ne hatin dîtin.
Peykerên bêxisar, bi halê xwe yê resen gihîştine roja me li Muzeya Nîgdeyê tên nîşandan.
- "Me du peykerên qertelan dîtin"
Hîndekarê Zanîngeha New Yorkê û Serokê Koma Kolandinê Prof. Dr. Lorenzo D'Alfonso ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand li Girê Kinikê di sala 2011an da xebatên arkegolojiyê dest pê kiriye û par ji heyama Helenîstîkê alav hatine dîtin ku li vê derê dîrokeke 5 hezar salî heye.
D'Alfonso got demek berê meydaneke mezin û du perestgeh hatine kolandin û wiha axivî: "Dema kolandinê me di çalan da peyker dîtin. Mermer, kevir, peykerên seramîk. Îsal jî me du peykerên qertelan dîtin. Restorasyona hat kirin û niha li Muzeya Nîgdeyê tên nîşandan."
- "Eleqeya van peykerên qertelan û çanda Zeusê heye"
Lêkolînerê ji Zanîngeha Dokuz Eylulê û Alîkarê Serokê Koma Kolandinê Burak Yolaçan jî got par wan du peykerên qertelan dîtine, lê ew li gor van biçûktir bûne.
Yolaçan got wisa xuya dike ev peyker bi zanetî, ji bo neşkên an jî bên veşartin hatine binaxkirin û ji heyama Helenîstîkê ne.
Der barê peykeran da Yolaçan got li muzeyên Nevşehîr, Nîgde, Qeyseri,Enqereyê jî peykerên qertelan ên dişibin vê hene û wiha dewam kir: "Qertelên me dîtin bi pencikên xwe va li ser bizinkoviyekî sekinîne, baskên wan girtîne, serê wan ber bi jorê dinihêre û hinekî aliyê rastê va fetiline. Me li cem peykerên qertelan kîtabeyek jî derxist. Perçeyeke biçûk a der barê qaydeyê nivîskî ye. Li ser vê tê gotin jinek li cem peykerê Zeus, an jî li kêleka perestgeha Zeus ji nexweşiyê baş bûye, ji ber vê boraqek daye. Ji ber vê em wisa difikirin eleqeya van peykerên qertelan û çanda Zeusê heye."