Önder Beyter
02 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ADIYAMAN
Endamên Nûnertiya Federasyona Çiyageriyê ya Parêzgeha Adiyemanê hilkişiyan serê Çiyayê Nemrûdê yê ku wiha tê naskirin ku "xweşiktirîn cih e ji bo temaşekirina hilhatin û avabûna rojê" û li serê çiyê kamp kirin.
Koma çiyager ku qedera ji 10 kesan pêk tê, ligel berf û bagerê hilkişiyan serê Çiyayê Nemrûdê yê ku di nava sînorê Kahtaya (Kolik) navçeya Adiyemanê da dimîne û herwiha di nava Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye û ji ber 2 hezar û 150 metre bilindahiya xwe, wiha tê naskirin ku "xweşiktirîn cih e ji bo temaşekirina hilhatin û avabûna rojê".
Koma ku bi meşeke dirêj û dijwar a qedera 800 metreyî va derket serê Çiyayê Nemrûdê, li ber heybeta peykerên di nava berfê da mayî, wêne kişandin.
Çiyagerên ku li nêzîkî serê çiya kon vegirtin û şeva xwe lê derbas kir, ji ber sir û sermayê zehf zehmetî kişandin.
Nûnerê Parêzgeha Adiyemanê yê Federasyona Çiyageriyê Mehmet Kuçukkelepçe di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ligel berf û bagerê ew 800 metre rê meşiyan û hilkişiyan serê Çiyayê Nemrûdê.
Kuçukkelepçe destnîşan kir ku gava ew derketin serê çiya, wan dît ku peyker di nava berfê da mane û wiha dewam kir, "Li zîrveyê qedera 2 metreyî berf heye. Gava em hilkişiyan serê çiya, hin hevalên me zehmetî kişandin. Mirov nikare nîv metre pêşiya xwe bibîne. Ji xeynî vê, me li nêzîkî zîrveyê kon vegirtin. Me li pêşiya peykeran wêne kişandin. Ji ber bi şev hewa zehf sar bû, me zehmetî kişand."