Salona sînemayê 3 sal berê hatibû vekirin û fîlma Yilmaz Erdogan ya bi navê "Vîzyontele Tuuba" li salonê hatibû nîşandan. Lê demekê şûn de ji ber hîn sedeman salon hat girtin. Walîtiya Hakkariyê dest bi xebatekî kir û bi xebatên Walî Necmettîn Kalkan li Navenda Çandê ya Atatûrkê saloneke sînemayê hat vekirin. Hunermend Kadîr Înanir beşdarî merasima vekirinê bû.
Hunermend Kadîr Înanir di merasimê de axivî û diyar kir ku êdî ji vir pê ve ne bêhna şarapnelan, bêhna berfînan dê li çiyayên Hekariyê bê.
Înanir diyar kir ku wî li Tirkiyeyê bi tenê Wanê û Hekariyê fîlm nekişandiye û wiha got: "Min soz da gelê Wanê û ez soz didim we jî miheqqeq ez ê li Hekariyê jî fîlmekê bikşînim."
Înanir wiha axivî:
"90 sal berê me bi hev re ev komar ava kir û ez ji vê kêfxweş im. Ji ber vê jî divê em destên xwe yên birûmet, peritî, xurt û pak bidin hev. Em ê nîşanî dinyayê bidin ku li vî welatî biratî tiştekî çiqas pîroz e. Em ê tu carê hêviya xwe winda nekin. Rêya ku em dimeşin rêyeke mezin û pîroz e. Zimanê ku em diaxivin zimanê aştiyê ye. Aştî di nav hemû zimanan de zimanê herî xweş e."
Înanir piştî wê fîlma ku wî û Tûrkan Şorayê bi hev re lîstibûn ya bi navê "Gonderilmemîş Mektuplar-Namêyên Nehatine Şandin" li salonê bi walî Kalkan û mêvanan re temaşe kir.
Walî Kalkan piştî fîlmê xalîçeyeke herêmî diyarî Ganî Rûzgar Şavata û Kadîr înanir kir.