AGIRÎ
Navenda Perwerdehiyê ya Daîmî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen ya Agiriyê di çarçoveya bernameya perwerdehiyê de qûrsa "Rêberiya Tûrîzmê ya bi Sertîfîqa" dê li dar bixe. Di vê bernameyê de bi awayekî akademîk agahiyên der barê dîrok, berhem, çiya, zozan, deşt, gol, zixûr û gelek tiştên din ên bajêr de dê bi beşdarvanên qûrsê re bên parvekirin.
Qûrs ji aliyê Navenda Perwerdehiyê ya Daîmî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen ya Agiriyê ve tê lidarxistin. Ji bo ku tûrîzma bajêr jî wek qadên din ên aboriyê pêş ve biçe, ev bername hat amadekirin. Bi vê qûrsê armanc ew e ku him kesên ku debara xwe bi hatiniyên tûrîzmê dikin û him jî ew kesên ku dixwazin di vê qadê de cih bigrin bên perwerdekirin.
Midûrê Navenda Perwerdehiyê ya Daîmî Mistefa Ozturk agahiyên der barê qûrsê de bi AAyê re parve kir û diyar kir ku vê qûrsê nû vedikin.
Ozturk bal kişand ser cihên wek çiyayê Agiriyê, zozanan, gola masiyan, çala meteorê, germavên Diyadînê, zîxûra Muradê, Keştiya Nûh, Gora Ehmedê Xanê û Qesra Îshaq Paşa û destnîşan kir ku armanca vekirina vê qûrsê ew e ku ev derana baş bên nasandin û xweş bên zanîn.
Kesên ku hêrî kêm lîse xwendibin dikarin beşdarî vê qûrsê bibin.
Ozturk got: "Qûrs bi tevahî 128 saet e. 96 satên qûrsê perwerdehiya ya teorîk e û 32 saet jî sepandin e. Emê vê xizmetê bidin 500 kesî. Bi vekirina vê qûrsê du armancên me hene, yek ew e ku nasandina Agiriyê baştir bê kirin. Ya din jî ew e ku bila gelê Agiriyê der barê bajarê xwe de bibe xwedî agahiyên xurt û bikaribin ji welatiyên din re qala bajarê xwe bikin."