Hikmet Temeş
02 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2025
HAKKARÎ (AA) - Necmettîn Olmezê li Geçîmliya gundê Hekariyê dijî li aşê 55 salî yê ku ar û tahîn lê tê hêran pîşeyê bavê xwe didomîne.
Olmez li aşê ku li ser 50emîn kîlomêtroya rêbeja Hekarî-Çukurcayê ya ku ji bavê wî mîrat maye zivistanê kunciyan dihêre ku bibe tahîn û havînê jî genim dihêre ku bibe ar û bi vî awayî debara xwe dike.
Olmezê bavê 8 zarokan daxuyand ku ew berê li gundê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye û bi karên rojane ra mijûl dibû, lê piştî mirina bavê xwe wî dest bi aşvaniyê kiriye.
Olmez wiha got: "Aşvanî pîşeyê bavê min e. Karê hêrandina kunciyan a ji bo tahînê pir zehmet e. Ev 55 sal e ku em vî aşî didin xebatê. Em havînê genim û zivistanê jî kunciyan dihêrin. Ji ber ku ev kuncî xwemalî û siruştî ne, gelek eleqeyê dibînin. Em ji gundên cînar kunciyan tînin û dikin tahîn. Em debara xwe bi vî aşî dikin. Tahîna me pir bi tehm e. Welatî tahînê ku di aşê kevir da hatiye çêkirin tercîh dikin."