Li Gurpinara navçeya Wanê li kelha Xoşapê di xebatên kolandin û restorasyonê de di 4 kupan de "penêrê 250 salî" hat ditîn.
Kelha Xoşafê di sedsala 16emîn de li ser xîmê kelheya Qraliyeta Urartûyê hatiye avakirin û begên Mehmûdiyan demeke dirêj wek qesr bi kar aniye. Xebatên kolandin û restorasyona kelhê, di serokatiya Hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Yrd. Doç. Dr. Mehmet Top de dewam dike.
Di kolandina îsal de jê 10 pispor bi tevahî 30 kes dixebitin û kolandinên dawî de li mitbexê di 4 kupan de penêr hat ditîn. Tê gotin ku ev penêr yê 250 sal berê ye û ji bo vekolînê şandin laboratuara kîmyayê.
Top daxuyanî da nûçegihanan û got ji van kupên ku li mitbexê hatine ditîn yek şikestiye û 3yên mayî jî saxlem derxistine.
Top wiha axivî: "Li Wanê hê ji bo penêrê giyayî kupan bi kar tînin û di bin axê de vedişêrin. Ev tişt li kelha Xoşapê di xebatên me yên arkeolojîk de jî hat dîtin û me îspat kir. Ev penêrê kevnê me dît ez dibêjim 200-250 sal beriya niha maye."