İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê koçerên ku zozanan kirê dikin, heta payîza dereng li zozanan dijîn û her çend zehmetiyê bibînin jî bi jiyana xwe ya rengîn va balê dikişînin.
Koçerên ku li navçeya Korkutê, li zozanê gundê Tanê kon vedane, bi şîr û penêrê pezê zozanan debara xwe dikin.
Ji rêncberên zozanê Kasim Çelîk daxuyanî da û got ku ew 5 meh berê ji Sêrtê hatine Mûşê û li wê derê zozan kirê kirine û konê xwe lê danîne.
Çelîk got ku ew heta niha di konan da diman û wiha dewam kir: "Em havînê tên vê herêmê zivistanê jî vedigerin Sêrtê. Jiyana me hemû di konan da derbas dibe. Em tenê dewatên xwe li cem eqrebayên xwe dikin. Ji ber ku cî û warê me tuneye, em wek koçer dijîn."
Çelîk diyar kir, her malbat li zozanê nêzî 4 ton penêr digire.
Ji rêncberan Gulîzar Yildizê (60) jî got ku ew 50 sal in li zozanan dijîn û wiha dewam kir:
"Ez ji zaroktiya xwe va bi malbata xwe ra derketim zozanan. Ez li zozanê serê sibehê radibim û pêşiya konan paqij dikim, ew pez didoşim û gele karên din jî dikim. Ez, bûka xwe, neviyê xwe û zarokên xwe, em heta êvarê di konan da dimînin."