İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
07 Sibat 2026•Rojanekirin: 10 Sibat 2026
Festîvala Berfê ya ku Walîtiya Mûşê û Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Parêzgehê li dar xist, dîmenên regîn tê da reng vedan.
Festîvala li Navenda Kaşûnê ya Guzeldaxê ya bi qasî 8 kîlometreyan dûrî navenda bajêr, bi mottoya "Ciwanên bi Werzişê Germ Dibin" hat lidarxistin.
Walî Avnî Çakir li pêşangeha ku çek û alavên herêmî lê bûn geriya û bi beşdaran ra govend gerand.
Zarok û ciwanan bi basketbol, voleybol, metraq, dart û futbola balonê, yên ku ji aliyê Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Parêzgehê va hatin sazkirin, kêf kir.
Nimayişa peraşûta berpalê û kaşûnê ya bi alaya Tirkiyeyê dîmenên rengîn çêkir û zarokan bi xîzankan kêf girt.
Walî Çakir di çalakiyê da axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên werzişî yên ciwanan.