HAKKARİ
Şaredariya Şemdinliyê di çarçoveya şahiyên meha Remezanê de pêşangeha wêneyan jî vekir.
Şahiyên çand û hunerê 4 roj dewam kirin. Şahî bi pêşangeha wêneyan ya bi navê ''Jiyan'' bi dawî bû.
Şemdinliya ku ji mêj ve bi şer û pevçûnan dihat rojevê, îsal bi pêla çareseriyê re bi şahî û pêşangehan ket rojevê. Meha Remezanê bi şiklekî cuda hat pêşwazîkirin.
Serokê Şaredariyê yê navçeyê Sedat Tore daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: ''Me di vê meha Remezanê de gelek şahî li dar xistin. Ji van yek jî pêşangeha wêneyan bû. Mijara pêşangehê di meha remezanê de rewşa Şemdinliyê ye. Gel bi van şahiyan kêfxweş bû.''