SULEYMANİYE
Pêşbirk di baxça otêlekî de tê lidarxistin. Ji bo beşdarbûna çalakiyê ji bilî Îraqê li Tirkiyeyê jî pêşhilbijartin hat kirin. 300 kesên ku dengê wan hat ecibandin mafê beşdarbûna pêşbirkê bi dest xistin. Di çalakiya piştî pêşhilbijartinan de temaşevanan bi rêya smsê puan dan pêşbazan. Di beşa yekem de 200 kes, di beşa duyem de jî 76 kes ji pêşbirkê çû. Ji Tirkiyeyê jî 60 kesî serî lê da ji van kesana ji Stenbol û Diyarbekirê 15 kes hatin pejirandin.
Şêwirmendê TVya NRT2yê ya ku pêşbirkê lî dar dixe Derûn Kejan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Kejan diyar kir ku berê jî bernameyên bi vî awayî hatin lidarxistin lê belê ev hemû mihelî bûn û tenê ji Kurdistana Federal ya Îraqê beşdarî çêbû. Kejan got ku lê em dixwazin ku kurdên li welatên din jî beşdarî pêşbirkê bibin. ji ber vê yekê me serî lêdanên pêşbazên ji Stenbol û Diyarbekirê jî pejirandin. Di mehaleya yekem de 60 kesî serî lê da û piştî pêşhilbijartinan 15 kes hatin li stûdyoya Silêmaniyê. Piştî pêşhilbijartina duyem 5 kes man.
Kejan diyar kir ku dê pêşbirk di rojên pêşiya me de dê li telewîzyonê bê weşandin û got ku xelata ku dê bidin yekemînê erebeyekî 2013 model e.
Dersîm Îlker û Yeşîm Îlhanê ku ji Tirkiyeyê beşdar bibûn, ji pêşhilbijartinan derbas bûn.
Yeşîm Îlhan bi awayekî ji xwe bawer amadehiya pêşbirkê dike. Îlhan got ku bi piştgiriya malbata xwe hat Silêmaniyê.