DIYARBAKIR
Wer tê zanîn ku di Kela Diyarbekirê de bi tenê mescidek heye û ew jî Mescida Merwanî ye. Mescid li ser birca Daxqapî ya ku li navçeya Surê hatiye çêkirin. Mescida Merwanî piştî 84 salan îsal bi destpêkirina terewîhan ve dîsa hat vekirin.
Medrese di pêşengtiya Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraç de ji bo ku bikin mizgeft ji Midûriyeta Emlaqên Neteweyî dewrî Serokatiya Karên Dînî kirin. Piştî xebatan mescid hat vekirin.
Miftiyê Bajêr Nîmetullah Erdogmuş der barê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Mescida Merwanî cihekî gelek girîn û dirokî ye û ji ber ku niha azad bû li Diyarbekirê terewîha ewil li vê mescidê kirin.
Erdogmuş bi bîr xist ku Merwaniyan di navbera sedsalên 10 û 11an de qasî 100 salî li Diyarbekir û der û dorê Diyarbekirê hikm kirin û kurdan rêveberiya wê ava kir, Erdogmuş got ku di wê demê de ji bo ku leşker nimêja xwe bikin ev mescid di bircê de hatiye çêkirin.
Erdogmuş destnîşan kir ku demeke dirêj wek mizgeft hatiye bikaranîn lê belê di dewra Komara Tirkiyeyê de ji bo tiştên din hatiye xebitandin.
Erdogmuş diyar kur ji bo ku mescid di meha Remezanê de bê vekirin zehf zêde hewl dane û wiha pê de çû:
"Vira bi mîhraba xwe, mîmariya xwe û her aliyê xwe ve mizgeft e. Der heqê vê de çavkaniyên dîrokî hene. Di dewra komarê dê ji bo karên din hatiye xebitandin. Mirov nikare vê îzah bike. Niha mescid wek berê bû mizgeft. Nêta me hebû ku me li qatê ser nimêja terewîhê bikira lê niha nebû lê înşallah demekê em ê li wir nimêj bikin. Dilê vê bircê mescid e."
Erdogmuş eşkere kir ku di bircan de mizgefta ewil Mescida Merwanî ye û paşê piştî 150 salî şûnda mizgefta Hz. Omer di bircan de hatiye çêkirin.
Di kîtabeya mescidê hatiye nivîsandin ku mescid bi destê Hikûmdarê Merwanî Ebû Nasir Mihemed Bîn Cehîr ve di sala 1056an de hatiye çêkirin. Wer tê zanîn ku di kela Diyarbekirê de bi tenê mescidek hatiye avakirin û ew jî Mescida Merwanî ye.