BİTLİS
Gulsarî ku 20 sal berê wek hobî dest bi çêkirina nexşandina sifrê û hekakiyê kir û çend sale jî karê xwe bi pisporî dike. Gulsarî di berhemên xwe de bi taybetî fîgûrên ku kolînên bajara Xelatê de derketine holê dinexşîne.
Gulsarî diyar kir ku bi heyraniya fîgûrên li ser kevir û çînîyan e dest bi vî hûnerî kir û wiha got:
"Min 20 sal berê wek hobî destpê kir. 4 sal berê jî min kargeha xwe vekir û dest bi çêkirina hûnera xwe kir. Nexşên Navçeya me yên ji dema Selçukiyan mane li ser depîn û sifrê dinexşînim. Armanceke me jî ew e ku em dîrokê biparêzin û bikarin biguhêzin nifşên nû."
Gulsarî diyar kir ku berhemên xwe li gor mezinahiya wan navbera 2 an 10 rojan de çê dike. Destnîşan kir ku taybetî ji xwendekarên beşa Hûnerên Destî yên Zanîngeha Bîtlîs Erenê yê ku li navçê vebûye piştgiriyeke mezin distîne. Got ku "xwendekar ji hêla teknîkî de arîkariya min dikin."
Gulsarî diyar kir ku turîstên biyanî û yên herêmê berhemên wî re alaqedar dibin. Kesên ku dixwazin berhemeke aidê navçeyê bistînin teqez tên ba wî. Gulsarî got ku berhemên xwe bi vî awayî difroşe.