ANKARA
Li Tirkiyeyê ji bo avakirina 5 zanîngehên nû "Zagona Teşkîlatên Saziyên Perwerdeya Bilind" di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor zagonê wê bi navê Zanîngeha Onyedî Eylulê ya Bandirmayê, Zanîngeha Teknîkê ya Îskenderûnê û Zanîngeha Alaaddîn Keykubat a Alanyayê 3 zanîngehên nû bên avakirin.
Digel vê wê li Antalyayê "Zanîngeha AKEV"ê, li Stenbolê jî "Zanîngeha Rumeliyê" yên weqfê bên avakirin.
"Zanîngeha AKEV"ê wê bi destê Weqfa Perwerde û Çandê ya Antalyayê, "Zanîngeha Rumeliyê" jî bi destê Weqfa Balci were avakirin.