01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Li Gola Masiyan a Şanliurfayê semazenan sema kir û dia xwendin.
Şaredariya Eyyubiyeyê îsal cara 3yemîn bi navê "Hz. Eyyub Pêxember Rojên Sebrê" çalakiyek li dar xist.
Koroya Musîkiyê ya Tesewûfê ya Tirkan a Serokatiya Kar û Barên Diyanetê di vê çalakiyê de li qada nêzîkî Gola Masiyan îlahî xwendin.
Koma Semayê ya Enqereyê jî bi serokatiya Postnîşînê Mewlewî Murat Turker va sema kir. Piştî semayê dia hat xwendin û çalakî bi dawî bû.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da.
Midûrê Karên Civakî û Çandî yê Şaredariya Eyyubiyeyê Atîk Sahîl ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji bo ew behsa Hezretî Eyub bikin wan 3 rojan hin bername amade kirine û di vê çalakiyê de pêşkeş kirine.
Sahîl got ku wan bernameya semayê pêşkeşî welatiyan kiriye û îsal jî ew hatine dawiya çalakiya xwe.
Sahîl anî ziman ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê daye û ew ji ber vê kêfxweş in.