BÎTLÎS
Li Tatvanê di zeviyekê de ji bo gihandina sêvên xilcik çiqil hatin danîn. Di encamê de hat dîtin ku axa Tatvanê ji bo xêr û bereketa sêvên xilcik gelekî baş e.
Bexçe li Taşbûrûna gundê Adabagê hat avakirin. Midûrê Xurek, Cotkarî û Ajaldariyê ya navçeyê Alî Kûrban diyar kir ku Tetwan bi tenê ne ji bo gihandina sewzeyan, ji bo gihandina fêkiyan jî cihekî gelekî baş e.
Kûrban dest nîşan kir ku li Tatvanê di 2 zeviyan de çiqilên sêvên xilcik hatin danîn, ji bexçeyan yek nû hatiye avakirin û yê din jî 4 sal berê hat avakirin.
Şêwirmend û Endazyarê Ziraetê Îsmaîl Fehmî Kara diyar kir ku welatî li herêmê ji bilî heywandariyê dikarin gihandina fêkiyan jî bikin, lewra xêr û bereketa axa Tatvenê ji bo çandiniyê gelekî baş e.