22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
KONYA
Hat ragihandin ku bi destê Şaredariya Mezin a Konyayê şerha Mesnewiyê ya Hesenê Zerîf bi tirkî hat çapkirin.
Şaredarê Konyayê Tahir Akyurek di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku di tradîsyona îslamê da di serî da Qur'ana Kerîm û hedîsên Hezretî Pêxember gelek deqên klasîk tên şerhkirin.
Akyurek bal kişand ku di nava deqên ku tên şerhkirin da Mesnewiya Mewlana xwedan ciyekî girîng e û wiha xeberda:
"Mesnewî bi qirnan e ku bûye kana pêzanîn, îlham û tefekurê. Hem wergerên manzûm, hem yên pexşan û hem jî şerhên vê berhemê tên kirin. Wa ye di tradîsyona şerha Mesnewiyê da şerha Hesenê Zerîf ji aliyê Şaredariya Mezin a Konyayê hat wergerandin û çapkirin. Seba ku mirov cenabê Mewlana rast têbigihêje, beriya her tiştî divê şerhên Mesnewiyê baş bên lêkolînkirin û fêrkirin."
- Ji şerhên Mesnewiyê yên herî kevn yek e
Hat destnîşankirin ku berhema Hesenê Zerîf ya bi navê "Kaşûful-Esrar û Matlaul-Enwar" di sedsala 16an da hatiye nivîsarê û ji şerhên Mesnewiyê yên herî kevn yek e.
Herwisa hat diyarkirin ku Endamê Hîndekariya Şaxa Makezanista Ziman û Wêjeya Farisî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Selçukê Doç. Dr. Îbrahîm Kunt, Mesnewî bo tirkî wergerand.