ŞIRNAK
Li Şirnakê welatî ji bo ku li hemberî diz û dizîtiyan hişyar bin, li 42 deran pankartên hişyariyê yên bi kurdî û tirkî hatin daliqandin.
Pankartên hişyariyê ji aliyê Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ve hatin amadekirin. Li ser pankartan bi kurdî û tirkî "deriyê û pencereyên xwe vekirî nehêlin da ku nebe vexwendnameyek bo diza" dinivîse.
Pankart li 42 deran hat daliqandin.